- Ji bo girtina wêneyan a ji nêz ve şarezatî divê û divê mirov xwedî teknîkeke xurt be da ku karibe wêneyên ji nêz ve yên tiştan yan jî mirovan bigire.
Ji bo girtina wêneyan a ji nêz ve şarezatî divê û divê mirov xwedî teknîkeke xurt be da ku karibe wêneyên ji nêz ve yên tiştan yan jî mirovan bigire. Di vî warî de ev sê sal in pêşbirkek tê lidarxistin. Ji 56 welatan wênegir tevlî pêşbirka “Wênegirê salê yê girtina wêneyên ji nêz ve” bûn.
Wênegirên ku bêhtir bi wêneyên ji nêz ve mijûl in, ji 9 hezarî bêhtir wêne şandin ji bo vê pêşbirkê. Pal Hermansen ê Norwecî bi wêneyê xwe yê kêzikên mirî yê bi navê “Cihêrengîya Kêzikan” xelata herî baş wergirt.
Hermansan dibêje, wî bi awayekî tesadûfî bi vê rewşê hisiyaye. Sala 2020’an rojeke payîzê ew dibîne ku lembeyeke wî ya malê xera bûye û naxebite. Piştî ku ew li lembeyê dinihêrê dibîne ku bi sedan kêzikên mirî di nav qutiya lembeyê de kom bûne. Li ser vê rewşê Hermansen dibêje, “Min qutî vala kir û kêzik li ser maseyekê belav kirin. Ji bo karibim wan baş nîşan bidim, min ronahiyeke destan bikaranî. Min dixwest tevlîhevî û cihêrengîya pinpînîkan ya ku min nû kifş kiribû, bi kompozîsyoneke baş nîşan bidim. Ev wêne wisa derket holê, dîmenekî ku cihêrengiya pinpînkan tîne bîra mirov.”
Rêveberê pêşbirkê Tracy Calder dibêje, “Wêneyên îsal bêhempa bûn” û wiha pê de diçe, “Kesên beşdar bi wêneyên xwe yên ji nêz ve dinya ji nû ve nîşanî me dan û tiştên ku li ber çavên me nakevin jî yan jî em wan nabînin jî, me kifş kirin.”
NAVENDA NÛÇEYAN