Sîbel Ahmetler: Hêviya min ew e ku ez pêşangeha berhemên xwe vekim. Gava ez berhemên xwe difroşim jî ji bo heywanan êm dikirim. Ev xweza ne tenê ji bo mirovan e ji bo nebat û heywanan jî ye.
Hunermend Sîbel Ahmetler ev 20 sal in bi camên şikestî û avêtî berhemên nû çêdike. Sîbel diyar kir ku cam di her warê jiyanê de heye û got, „Camên bikêrnehatî û avêtî ji bo min pirr bi qîmet in, ez wan caman vediguherînîm berhemên cuda. Ev tişt feydeyê dide xwezayê jî. Ez dixwazim pêşangeha berhemên xwe vekim."
Jinên hunermend, li gorî hest û ramanên xwe şikl didin berhemên xwe. Yek ji wan Sîbel Ahmetler e. Sîbel ev qederê 20 salan e ku bi huner dadikeve. Sîbelê beriya bi 6 salan ji Eskîşehîrê mala xwe bar kirye û li paytexta dilan Amedê bi cih bûye. Li Amedê niha atolyeyek vekiriye û xelkê bajêr wê bi xebat û berhemên wê nas dike. Sîbel camên şikestî û avêtî kom dike, careke din dineqişîne û berhemeke nû derdixe holê.
Sîbel ji bo hunerê xwe gelek teknîk bi kar anîne û dibêje, “Piştî ku ez ji Zanîngeha Înonu ya Meletiyê mezûn bûm, ez bi camê re elaqedar bûm. Lê bi demê re ji xeynî camê alavên din jî min ji bo hunerê xwe bi kar anîn. Li zanîngehê bi giştî perwerde dihat dayîn lê di hişê min de her tim tiştekî cuda hebû. Hunerê xwe yê camê bi demê re min bi pêş xist. Ji ber derfetên kêm di teknîkên camê de bi pirranî li ser fûzyon û pêvedanînê xebitim. Ez li ser van teknîkan gelekî xebitîm û niha hatim vê astê.”
Dixwaze Amedî hez ji hunerê wê bikin
Sîbel behsa zehmetiyên hunermendan jî dike û wiha dipeyive: “Di destpêkê de min ew qas piştgirî nedît. Hem ji ber xebata min a hunerî hem jî ji ber ku ez jin bûm, nihêrînên neerênî li ser min hebûn. Her wiha mixabin bi qîmeta huner ew qasî nayê zanîn. Ango hêsan tê dîtin. Ji ber vê sedemê, hunermendan her tim ji bo ku hunerê xwe bi pêş bixin, hewl didin. Wekî her hunermendê/î ez jî zehmetiyan dikişînim. Lê bawerî û hezkirina min a li ser huner ti carî nehişt ku ez dev jê berdim. Hunerê min bê qebûlkirin û neyê qebûlkirin jî ez dixwazim li Amedê hez ji hunerê min bê kirin."
Caman ji nû ve bikêrhatî dike
Sîbel di heman demê de balê dibe ser hunerê xwe yê jinûvebikaranînê û dibêje, “Cam di her warê jiyanê me de heye. Lê dema ku cam bi kêr neyê, davêjin erdê. Hingê rola min jî dest pê dike. Ji ber ku dema wan caman diavêjin, ez xemgin dibim û li ser van difikirim ka ez wan çawa bikêrhatî bikim. Jixwe, ez karê camê dikim û dema min li derve nihêrî li her dere cam heye. Min jî got, ez ê çima wan caman bi kar neînim û bi wî awayî min dest bi hunerê jinûvebikaranînê kir. Feyda min hem da xwezayê, hem da karê min bi xwe û hem jî da derdorê. Vê jî ez gelekî kêfxweş kirim.”
Dixwaze pêşnagehekê veke
Karê Sîbelê hêj nû ye, ew dixwaze bi pêş ve bibe: “Ji bo naskirina karê min wê 2 sal pêwîst bin. Di heman demê de di Înstîtuya Bipêşvebirinê de dixebitim. Bi vî awayî di warê aborî de ji min re dibe alikar û debara xwe pê dikim. Ez dizanim ku karê min ne hêsan e, lê ez hewl didim wî bi pêş bixim. Li Tirkiyeyê nihêrîna li huner li gorî herêman diguhere. Hêviya min ew e ku ez pêşangeha berhemên xwe vekim. Gava ez berhemên xwe difroşim jî ji bo heywanan êm dikirim. Ew jî min kêfxweş dike. Çi dibe bila bibe divê mirov tiştên ku jê hez dike bike. Ev xweza ne tenê ji bo mirovan e ji bo nebat û ajalan jî ye.”
JINNEWS/AMED