- Li du bajarên Yemenê di ecama lêdana brûskê de 13 kes hatin kuştin û 27 kes jî birîndar bûn.
Li du bajarên Yemenê di ecama lêdana brûskê de 13 kes hatin kuştin û 27 kes jî birîndar bûn. Li gorî medyaya Yemenê, pirraniya qurbaniyan jin in.
Medyaya Yemenê ragihand ku li navçeya Heşîf a ser bi parêzgeha Emran a Yemenê brûsk li cihekî qebûla taziyeyê daye. Ev cih jî ji jinan re hatibûye veqetandin. Di encamê de 6 jin mirine û 19 kesên din jî birîdar bûne.
Her wiha hat zanîn ku li parêzgeha Hecey a li bakurê rojavayê Yemenê, bi heman awayî ji ber lêdana brûskê 7 kes mirine û 8 kesên din jî birîndar bûne.
Di 13’ê Tebaxê de Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo Koordînasyona Karûbarên Mirovî raporek belav kir û got:
“Ji ber barîna zêde ya baranê, lêhî rabû, li welatê Yemenê ji ber van lehiyan heta niha 77 welatî mirine û di nava wan de gelek zarok hene.”
SANA