'Bi yekîtî û hevgirtinê em dikarin ser bikevin’

Şemî 29 Cotmeh 2022 - 01:40

Di dema dawî de êrîş û topbarana dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir bûye. Her wiha koma çete ya Heyat Tehrîr El Şam Efrîn a dagirkirî jinûve dagir kir û ev yek jî metirsiyeke din a êrîşên dagirkeriyê li ser herêmên din xiste rojevê.

Têkildarî êrîşên dagirkeriyê û encamên ku bi xwe re bîne Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Silêmaniyeyê Evîn Swêd axivî.

Swêd diyar kir ku di nava Kantona Efrînê de sîstemeke demokratîk a bi pêşengtiya jinê hatibû avakirin hebû û bi sed hezaran mirovên ji ber şer reviya bûn berê xwe dabûn Efrînê.

Evîn Swêd qala êrîşa dagirkeriya Heyat Tehrîr El Şam kir: “Di nava Efrînê de ji xwe bi dehan komên cuda yên çete hatine bicihkirin û hene. Ji roja Efrîn dagirkirî heta îro çete şerê hev dikin. Şerê dikin tenê ji bo talan û diziyê ye. Bi hişmendiya xenîmetê şer tê kirin. Rast e, Heyat Tehrîr El Şam berê xwe daye Efrînê. Ji bo xelkê herêm ferqa wan nîne û hemû hêzên heyî dagirker tên dîtin. Ew binpêkirinên tên kirin ji roja yekê heta roja îro, tên belgekirin.

Heyat Tehrîr El Şam a Efrînê di çarçoveya pilaneke Tirkiyeyê de ketine tevgerê. Di nava dema borî de hinek komên çete li dijî biryarên dewleta Tirk derketin, nerazîbûn. Gelek caran xwepêşandan kirin. Dibe ku bi vî rengî Heyat Tehrîr El Şam bi vê yekê hemû çeteyan kontrol bike, heta astekê jî bixe rêya ku heta dawî xizmeta dewleta Tirk bike. Ev yek dibe ji nû ve xwe komkirin, bihêzkirin û sazîkirina ji bo êrîşeke muhtemel be li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ev metirsiyeke mezine ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.”

Swêd li ser hevdîtinên Tirkiye ya li gel Şamê jî axivî û got: "Ji xwe hevdîtin di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de hebûn. Taybet aliyên îstixbaratî hevdîtin hebûn. Tirkiye ji bo Kurdan û Sûriye giştî, ji bo vê şoreşê ji rêya wê derxîne, ji bo berjewendiyên xwe bikar bîne, tiştek nema nekir. Berê bi milyona mirov bi zanabûn dan Tirkiye, li ser wan bazirganiyê dike. Hevdîtinên Tirkiye wê ti demê xizmeta gelê Sûriye nake. Îro hemû kar û xebatên Tirkiye ev e ku van pûç bike. Li aliyê din qirkirinên xwe yên dayî destpêkirin temam bike."

Li ser hevdîtinên Rêveberiya Xweser a li gel hikûmeta Şamê jî Siwêda ev yek anî ziman: "Hevdîtinên bi hikûmeta Şamê re her ji destpêkê ve qût nebûye, ji ber Rêveberiya Xweser diyar kirye beşek ji Sûriye ye. Xebata wê ji bo tevahî Sûriyeyê ye. Bi rengeke xwebirêvebirinê heye, dikare bibe mînak ji bo tevahiya Sûriye. Jiyaneke hevpar bi hemû pêkhate û bawerî bi hev re heye. Dibe ku hevdîtin bi qasî tê xwestin ne bi encam be, ew jî girêdayî hinek aliyên navneteweyî yên ku bi israr bi Rêveberiya Xweser vê bi ser bixin. Heger îro be yan sibe be, ev hevdîtin wê encam bibe. Bi rengeke Sûriyeyek demokratîk derkeve. Ev xwesteka tevahî ya Sûriyeyê ye. Sûriyeyek bi hemû pêkhate xwe têde bibîne, mafê her kesê bê parastin."

Herî dawî Swêd bal kişand ser şerê rû bide û got: "Her kes hesabê şer dike. Dibe gelek dewlet bikevin nava şer. Amadekariyê xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriye heye ji bo şereke giran heye. Dijmineke ku bi israr dixwaze qir bike. Ev şer dibe li hemû herêmê belav bibe, ji bo em nebin qûrbanê vî şerî, mîna Ermen û Sûriyana qir nebin. Ne bin qûrbanê sedsalê divê em destketiyan biparêzin, mezintir û mayînde bikin. Bi yekîtî û hevgirtinê em dikarin ser bikevin."

ANF/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.